7. balkêş e, wî fikiriye ku bi şoreşa îranê ya îslamê ve dê rewşa hevzayendiyan hema nebe li îranê baştir bibe. berî şoreşê jî piştgiriya xwe daye xumeynî. wekî herkes dizane ku tiştê ku di vê mijarê de pêkhatiye û pêk tê, ne li gorî texmîna mêrxas e û piştî şoreşê jî tu nirxandin nekiriye li ser vê meselê. herwiha, çima xeletî? bersiv hêsan e: fukoyê fukfuko, xeyalkêşiya serdemên kevnare kiriye û tiştên ku ew tespît kiriye, di realiteyê de ji fikirê zêde ne tu tişt in, ji xeyrî li paş deriyên girtî.... wî jiyana "hevzayendiyan" ên li darulîslamê, bi çewtî girêdaye "toleransê". lê divê zaniba ku pratîka (berbelav lê) veşartî û teoriya/qanûna nivîsandî ya qebilandî, bi şoreşên vê cureyî ve çêtir ji hev vediqetin. şoreşa maoyê bi bîr bînin. di esasê de sosyalîst divê giringiyê bida çandê û bernameya çandê hebaya bo paşrojê, lê çi bû; ji pirtûk bigirin peyker û wêneyên "paş-mayî" hat qelihandin, mîratên dîrokê ji hortê rakirin. mesela hevzayendî û şoreşa îslamê jî jê ne dûrtir e. (divê çêtirîn guftûgo bê kirin..) |
|
17.02.2018 15:59 ~16:03 |
biruya hayao miyazaki
|