Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [telegram] de;

29. Piştî biryara Dadgeha Bilind a Delhiyê, Telegram nav, hejmarên têlefonê û navnîşanên IP-yên bikarhênerên xwe dane dadgehê, agahiyên wan kesan ku bi parvekirina materyalan bi binpêkirina îhlala mafê têne tawanbarkirin.Here lînkê li vir helbet divê kiryar û çalakiyên neqanûnî bên astengkirin û jêbirin. lê belê ya nexweş ev e ku awayê hevkariya telegramê bi dadgehê ye. carekê din heke hindistan rabe ji ber sûcekê qanûna xwe agahiyên bikarhênerên tamîlan bixwaze, wê telegram wan jî bide hindistanê.

xwe ji telegramê dûr bixin. telegram ji whatsappê jî xerabtir bûye. herin signalê bi kar bînîn.

li vir divê taybetiya telegramê ya nû jî binirxînim. di vê 6ê mehê de weşandine. bi vê (!) bê karta simê mirov dikare xwe li telegramê tomar bike (!). dizanî, bêyî hejmara telefonê mirov nikare ji xwe re ajimêrek ava bike. (ev heman tişt ji bo whatsapp û signal jî derbasdar e. tenê wire naxwaze.) ev ji bo mafa mehremiyetê talûke ye. gelek kes hene dibêjin "divê telegram riya [bi e-nameyê tomarbûn] jî tevlî vebijarkan bike." her wiha. telegrama perexwaz bin vê vebijarka xwe wiha tijî kiriye: tu yê here ji fragmentê ji xwe re hejmarekê anonîm(!) bikire û pê re li ser telegramê ajimêrekê ava bike. * ka mirov dikare çawa bi anonîmî ji fragmentê hejmarek bikirre? * nabe. yanî ev taybetî derewekê mezin e û destgehekê bazirganiyê ye. lê telegram çima wiha kiriye? pirsekê hêsan e. telegram tu carî nebûye alîgir û piştgira mehremiyetê. lê ji bo kişandina bikarhêneran ji sepanên bigtech-ê di dirûşmên xwe de her tim mehremiyetê bi kar anîn.heta radeyekê jî wiha tev da. lê belê kengî rajekarên xwe danî welatên cîhana 3em, hemû gotin û biryarên wan bu ba û çû. nikare li ber biryarên dadgeh û hikûmetên wan welatên cîhana 3em bisekinin û hemû xwestekên wan jî bînin cîh. îja bi vê taybetiya anonîmiya derewîn, wê hemû bikarhênerên muxalîf bikişîne ser fragment. heke hikûmet jê agahî bistîne wê dîsa bide lê normal e ku bi agahiyên telegramê hikûmet nikare muxalîfên xwe zeft bike, wê îja here ji fragmentê bistîne. fragment ew ê bide. û heke muxalîf telegramê rexne bike, wê telegram biêje ne ji ber me ye, lê ji ber fragmentê ye. tu bi xwe jê hejmar kiriye.*

ya ne xweş, tenê di playstoreê de mîlyarek kes wê daxistiye. û bawer nakim ku ji sedî 1 kes ên bikarhênerên telegramê aparata suhbeta veşartî/ewledar bi kar tîne ku ji xwe ew taybetî jî ne tu ewle ye. *



11.12.2022 12:27 ~12:45 | biruya hayao miyazaki

24. ev dora salek e, nikarim kurdiya wê ya peyitandî bi kar bînim ji ber çewtiya teknîkî ku nivîsandina latînî mîna ya erebî cih dike. ji ber wê pakêta "kesane" bi kar tînim. lê ev jî salek berê sekinî û her bi pêşveçûna telegramê, rêjeya wergerandî kêm dibe û yên îngilîzî zêdetir dibe.

telegram û signal, di nav hemû sepanên ragihandinê de yên herî ewle ne. lê di nav xwe de signal dikeve pêşiya telegramê. di du noqteyê de:

1. her du jî kodên xwe bi raya giştî re parve dikin. erê şîfrekirina peyaman bi her du aliyan ve tê çêkirin di her du sepanan de jî. lê belê rajekarên telegramê girtî ne, kontrolkirina wan rajekaran ji aliyê kodê ve tenê ji aliyê xebatkarên telegramê ve mimkûn e. lê berevajiya wê yên signal li bazarê li hêviya xelkê ye ji bo venêrîn û vekolandinê û rajekarên navendî tune ye. peyamên şîfrekirî di telefonên bikarhêneran de dimîne. ji xwe xerakirina wan şîfreyan ne mimkûn e. mîsal di 2016an de (an jî piştî salekî) mehkemeya dyayê dibêje agahiyên filan kesî bide min. signal jî dibêje derheqê wê de du tişt li cem min qeydkirî ne: 1. tarîxa qeydkirinê 2. roja her dawî ya ku bikarhêner têketiye signalê (ne saet û deqîqe ha, navê roj dide, hew) lê belê li vir divê bala we bikişînim ser rewşekî: erê li ba signalê, ev taybetmendî rewşa dezavantajiyê dide telegramê. lê belê divê bê zanîn ku rajekarên telegramê ne navendîkirî ne. bi kurt û kurmancî, ne di cihekî navendî ne, li gelek welatan de cihkirî ne. mîsal ji ber dozekî, mehkeme serî li telegramê da û agahiyên wî/wê kesî/ê jê xwest. Telegram li vir yekser qebûl nake, û wê celba mehkemeyê dibe mehkemeyekê din a welatekî din. yanî mêrik, hevoka "law ez nadim ha!"yê bi hiqûqî dibêjin. îja rûsya û îran û çîn bînin bîra xwe. her sê jî ji ber antî-dozên telegramê û eşkerenekirina wan, sepana telegramê qedexe kirin. û ev telegram, li axa rûsyayê hatiye îcatkirin. îja mêrik nade hikûmeta xwe, gelo ew ê bide kê? Ev pirs ji bîr nekin.

Li aliyê din tu dikarî telegramê mîna "signal"ê bi kar bînî. Çawa? tu dikarî peyamên xwe bi riya "gotûbêja veşarî" ji rajekarên telegramê dûr bixe. Hew. yanî hemû taybetiyên signalê di taybetiya telegramê ya "gotûbêja veşarî" de cihkirî ne.

û em werin ser xala duda.

2. signal weqf e û der-menfeet e. yanî ji bo pereyê nakin vî karî. lê telegram şîrketa pavel durov e. ev çi tê maneyê? niha, şîrket meta ne, mal in mîna pez û dewaran. dikarin bên firotin û kirrîn. lê tu nikarî weqfê bikirî. niha pavel durov ji aliyê parastina heqê mehremiyetê gelek nivîsên ji dil û tetmînkar dinivîsîne û vê jî bi kirin û çalakiyên xwe yên telegramê rastîtir dike. çawa? reklamê nastîne û agahiyên bikarhêneran hev nade. îja pavel durov lîberalîst e. lê xwediyê signalê moxie marlinspike anarşîst e. ev tê çi meneyê hûn dizanin? mînakek bidim. hûn vk-yê dizaninî ne? hah ew jî ya birayên durovan bû û facebook cihê xwe yê bilind, bela vk-yê winda kiribû li rûsyayê. îja hikûmeta rûsyayê wê demê dîsa bi darê zorê agahiyên bikarhênneran xwestibû û birayên durov jî cara yekê nedan, cara dudan nedan... bi darê zorê hikûmet wê malpera vk-yê da firotin an na ew ê durovan biavêtana hepsê. îja telegram piştî wê derket. niha, ya hikûmetekê din derkeve û telegramê bi darê zorê bide firotin? (whatsapp û twitter û yên din bifikirin. di serî de xwediyê van şîrketan giringî didan mehremiyetê lê piştî firotinê, her yek bûn kapîtalîstê dane-xwar. û ji xwe xebatkarên wan weqfa signalê avakirine)

li aliyê din, li signalê 36 kes dixebitin. lê belê xebatkarên telegramê jê pirtir e. îja telegram ne mîna signalê tenê "ragihandina peyaman" e, di heman demê de medyaya civakî ye jî û ji ber wê hewcedariya pêşvexistinê pir mezin e. erê ji aliyê hejmara qehremanên xwebexşan ve gelek qelebalix e û niha durov jî zengîn e ha. lê heta kengî wê durov ji bêrîka xwe pere bide? avên bîran jî bi sexbêr e. îja wê rojê pavel durov mesele anî ser pereqezenckirinê. şexsen ez li bendê bûm. çimkî karên ewlehiyê bi serê xwe pereyên mezin e... mêrxas dibêje, ez ê reklamê bînim lê bêyî berhevkirina agahiyên bikarhêner, mîna bişkoka tirşikê wê çawalêhato bin. û ew ê xwediyên qanalanjî pere qezenc bikin. li vir, şexsen ez hinekî di vê astê de me: "ka bila dest pê bike mêrxaso û em bibînin gelo tu li ser gotina xwe ye yan na!"



16.01.2021 13:55 ~14:14 | biruya hayao miyazaki

14. ji xwe hemû heval û hogirên min bi vexwendin û zordariya min bûn telegramvan û gelekên wan navrûya wê kirin kurdî. lê ev mehek e, girseye mezin a têkildêrên min ên rêbera telefonê yek bi yek tevlî telegramê dibin û telegram yekser peyamê dişîne min (her wiha ji herkesî re yên ku têkiliya telefonê pê re heye) û dibêje va ev jî tevlî bû, dest bi sohbetê bike. nizanim gelo di van demên dawî de whatsapp têk çû an pêrgî erîşkaran bû û nehate bikaranîn lê ev tiştekî ecêb e.

her wiha, ev demeke dirêj e, telegram wekî fermî kurdî têxistiye nav zimanên xwe yên piştgirî dide. lê mixabin ez nikarim vê navrûya piştgirîkirî bixebitînim, ji ber ku her çiqas alfabeya latînî bi kar bîne jî rêzkirina nivîsan ji hêla rastê ber bi çepê ve ye. ji ber wê ez hîn pelê zimên ê cîgehkirinê bi kar tînim a ku berî kurdî tevlî nav zimanên telegramê bûbû, dihat weşandin. Ji ber ku her diçe telegram taybetiyên nû li xwe zêde dike, texmîn dikim ku dê rêjeya kurdîbûna navrûyê jî dakeve.

ev rûpela fermî ya kurdî ye ku nûçeyên telegramê diweşîne: @tele_kurdi



14.04.2020 12:34 ~12:36 | biruya hayao miyazaki

10. Ji bo sepandina kurdî hûn dikarin li vê qanala fermî ya kurdî vebikolînin

@L10N_kurdî
Kanala cîgehîkirin (localisation
, berbelavkirina sepan û nivîsbariyên kurdî û gengeşiyên peywendîdar.
A channel for localisation of apps and software into Kurdish, their dissemination and relevant discussions.)
Here lînkê

Û li wêneya jêr sepandina zimên tê terîfkirin:
Here lînkê



30.11.2019 12:22 ~2019.12.01 13:17 | biruya hayao miyazaki

8. Salan in bi kar tînim û ev demek dirêj e piştgiriya kurdî jî dide. Ji ber wê kêfa min gelek jê tê. Min hemû heval û hogir û malbat kirin telegramvan. Ji ber wê ye, xeynî kesên biyanî an jî nasên dûr, hewce nakim têkevim WhatsAppê. Dema têkevim jî, destên min dihere livok û lêdayekên telegramê û hay lê dibim ku tune ye, yekcar digirim.

Tê de gelek kom û rûpelên kurdî hene qala mijarên cur bi cur. Wekî:

@Kurmancîzan کُرمانجی‌زان
Ziman û wêjeya Kurdî (Kurmancî)
Here lînkê

@Muzika_kurdi
@tenduristi

Hwd

Ji bo qala nûçeyên herî dawî ya telegramê bi kurdî bişopîne, li vê qanalê bitikîne:

@Tele_Kurdi
Telegram Kurdî
Kenalê me nûçeyên telegramê, derbarê Rojanekirinê , û rêûnamyên bikaranînê di xizmet we de ye .
Here lînkê

Heke hûn bibin șînokek şêrîn, hûn dikarin feyde jê bistînin *

(bnr: lêdayek)
(bnr: livok)



30.11.2019 11:28 ~11:49 | biruya hayao miyazaki

6. îro min di gotareke de xwend ku tiştên ku li ser taybetiya ewlehiyê ya telegramê tê gotin serobino kir. li gorî wê gotarê navgînên krîptolojiyê/şîfrekirinê/ewlehiyê yên telegram bikartînin, ji yên watsapp û yekdestiyên* din sed car zeîftir in. bi ser de li gorî nivîsê telegram ne çavkaniya vekirî ye ku ew wiha dide naskirin lê min ji derekî din dît ku wele rast e, nivîsbariya wê bi xwediyan e.

ka hela ez ê hinekî din vebikolînim. jê pê ve:

taybetiyên vê bernameyê gelek xweş in û ji watsappê kêrhatîtir e.



18.02.2018 21:37 | biruya hayao miyazaki