Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zerdeştî] de;

1. ji aliyê gelek kurdên kurdewar ve wekî dînê berê ya kurdan tê pejirandin û hema li her qadê bi hêsanî tê bilêvkirin. pirtûkên li ser dîroka kurdan a berê têketina îslamê jî her tim bala xwendevanan dikşîne li ser wê. lê belê xebatek bi kurdî li ser vê dînê ya bi xetên hûr û kûrkirî hatiye kirin, tune ye. piraniya agahiyên ku em dizanin bi devkî ne. li gotara wîkîpediyayê, zanyariyek kin heye, hek bê xwendin dê xweş bibe.Here lînkê



weşanên avesta, pirtûka pîroz a vê dînê ya bî navê ewêsta/avesta, wergerandiye tirkî. xwezî berê bi kurdî biweşandina dê xweşiktir û bi watedartir bibaya.



li gorî radyoya swêdê, li nav kurdên swêdê zerdeştî populer e û kurd ji îslamê dûr dikevin û gelek ji wan kesan ve zerdeştî hatiye pejirandin. Here lînkê her wiha yekem perestgeha zerdeştî ya li swêd û ewrûpa di sala 2012a de li bakurê Stockholmê li Sollentuna bi navê Perestgeha Agirî hatîye avakirin. Here lînkê



û ev:

(bnr: zewaca yekem a zerdeştî)







03.04.2016 15:41 ~15:46 | biruya hayao miyazaki