Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di xew re çûna li ser qenepeyê] de;

1. tiştê ku çend sal dawiyê vê êvarê hate serê min. dora di heşt û nîvan de min bi daxwaza xwendina serencama mirinekê xwe li bin betanî rada qenepeyê ya bo du kesan. herî dawî marquez kuçe û xênî disêwirand û demek dawiyê çavên min her çiqas li ser rêzên pirtûkê diherikiyan jî xeyal min serxweş kiribûn. carekî bi êşa stûyê hesiyam ku di xew re çûme û gelek cemidîme û wî halê min a pozîsyona cenînê dilê kafiran diêşand. her derê min işk bûye, dev û hundirê pozê min ziwa bûne û ji ber xwarina êvarê qirpika min hil dihat ku ev çi tiştekî pîs e ya xwedayo. wekî sehneyekî fîlma romantîkan bi betanî rabûm û ew tiştên neyînî min li paş xwe hişt û çûm sê gav dûrî û min xwe avêt singera erdê. qey min digot ev dawiya dilşadiyê ya kurtefîlma min e. lê çi heyf! tew li erdê hewa sar rasterast hatiye pişta min a vekirî. bedena min a fît û seksî bûye bedena xwedayên yewnanî ya ji mermerê hatine şekirin. * dest lê nayê dan, bûye ji qeşayên qutbê. balîfa biçûk a qenepeyê ku dema serpêhatina koçerî bi betaniyê bi xwe re anîbûm, hema mîna mozan bi stûya min vedaye, ez bûme ser-bûmerang. çaw li nav şîlaqê ne, girêz ji devê herikiye û balîfê şil kiriye, mîda min nepîxiye û ez bûme pismama frenkêyştayno. * niha jî xew ji çavên min çû. *



04.04.2016 01:34 ~01:39 | biruya hayao miyazaki