Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kutlu doğum haftası] de;

1. kurdiya wê çi ye nizanim û birastî jî ne xema min e. edetekî çêkirî û bi ya min çewtiyek gelek mezin e, dijî îslamê ye mîna mewlidên wan. her sal li amedê, di qada newrozê bi alîgirên hüdaparê ve tê "pîrozkirin". nizanim li bajarên romiyan bi vî rengî tê pîrozkirin ya na?



lê yê îro ji salên din cuda kir ev e: ala rengîn a kurdan ji aliyê hüdapariyan ve hatiye daxistin û ji qadê hatiye derxistin. li gorî wan li qadê alayên gelên din tune ye. lê belê muxateba wan gotiye: wê çaxê ew alayên filîstînê jî daxînin.



û hema ji bo filîstîn û orşelîmê bangî xelkê kirin, gotin herin wir... qala ferqîna amedê nekirin, tew berdin cizîr û yên din...



hah! li vir peyva elî şerîætî hat bîra min: heger li cihekî agir hebe û di wê demê de kesek bo îbadetê bangî te kiribe, bizanibî ku ew banga xayînek e.



erê ew xayin in, lê ka bibêjin, ew merivên ku piraniya wan kurdên li wê herêmê ne, niha dibin çi?



17.04.2016 20:03 ~20:15 | biruya hayao miyazaki