Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [apocalypto] de;

1. ji 2006a vir ve min dixwest temaşe bikim, lê belê piştî deh salê, îro bû qismet. tê bîra min li wê demê gelekî bala min kişandibû. ji ber ku derhêner mel gibson, li fîlmê serî heta dawî zimanê resen a mayayan bikaranîye. fîlm gelek xweş e û wek avê diherike, aksîyon ti carî nehatiye rawestandin. tundiya hoveberan bi aşkere hatiye rêdan ku bi pevçûn û revê re kelacan û coşî dide temaşevanan, meriv nikare bê girtina derekê xwe, berdewamî temaşeyê bike.




dawiya fîlm gelekî surprîz bû. ne bi eşkere lê belê tê bibêjî qey mel gibson xwestiye bibêje ku "li amerîkaya başûr bi xwe hovîtiyek mezin hebû, heta ku mirinên ji nexweşî dibin, normala wira bû, ewrûpî tiştekî li ser wan zêde nekirin" ango wekî tiştên ewrûpî li ser xelkên amerîkayî kirine, normalîze kiriye.


her wiha, temaşe bikin. gelekî serkeftî ye.



24.04.2016 00:44 ~00:50 | biruya hayao miyazaki