Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin] de;

154. yên ez ê binivîsînim belkî jî tê peydekirin di ferhengan de, lê niha hîç nikarim yek bi yek li wan vekolînim. hemû ji devê dayika min in © * îja xwedê zane kengî min kirine not. di nav kaxidên min ên yên avêtî de ket erdê û min vedît.
gov: axur [piştî weşandina peyamê tew tu nebê ya ewilî/gov li tirşikê hatiye zêdekirin*]
cüher: çenteyê bo xwarinan. [erê bi ü-yê. di devoka me de ü pir berbelav e û kubarî dide zimên ku mere bi godarîkirina wê têr nabe.]
doşanî: bizinê ku aîdî şivên.
guhar: meydanê ku hemû şivanan pezên xwe tê de hev dide.
jêrajor: ? (min wateya wê nenivîsandiye)
hêvistin: cihê pîneyê mîna dantelê neqşandin.
kobe kirin: xemilandin. neqşandina qeraxên dirûneyan.
dirûne. ?
doran: piştik. lo dora pişta tê girêdayîn.
merhes: (h-ya heft-heşt) cinsek qumaş a mîna hevirmêş.
melkezêt: kitana tenik.
qemte: destmala hevirmêş a ku kesk û sor û zer e.



08.09.2022 21:03 ~21:07 | biruya hayao miyazaki

100. (bnr: finêsgenî)
(bnr: finêzgenî)



07.08.2017 10:54 | biruya hayao miyazaki