Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdê ku odeya wê/î heye] de;

12. bi saya bavê min di lîseyê de ez xwedî odeyek bûm. birayên min ên mezin di bajarên din de dixwendin, ên di malê de bûn, tenê ez diçûm lîseyê. xwedêjêrazî digot, bila kurê min rehet ders bixebite.

car caran di zarok tv-yê de spotek derdikeve, qala mafên zarokan dike, nebû peyde bikim. lê rastetast ji bo zarokek-xortek nûgihaştî bi rastî odeya taybet girîng e bo pêşveçûna şexsiyetê, ji bo biryardayînê, ji bo hay li sînorên xwe bûnê... li wê odeyê, min derûniya xwe kişf kir. tehma tenêtiyê kir. ew der cihê min bû, em hewqas kuflet bûn, kesek nedigot çima wiha ye. (birayê biçûk bûm û ev tiştek xweş e*) her wiha dema zanîngehê kyk derket, çar kes di odeyekê de ne. ez bi birayên xwe re di odeyekê nemame, ew kî ne! bi ser de nasnameya zayendî êdî rûniştiye û ketiye astekî din ku difirim... salekî ji min re bû dojeh. piştre bi çargavî têketim malekê û xelas bûm. piştre tu carî din bi kesekî din re di odeyekê de nemam, ji xeynî eskeriyê...



13.12.2019 20:13 | biruya hayao miyazaki