1. pirtûka zarokan e.
nivîskar: astrid lindgren
weşanxane: apec förlag.
xuya dike ku yek ji pirtûka rêzepirtûkekê ye lê li malpera apecê min xêynî vaya pirtûkeke din a pippiyê nedît.
di zarokatiya min de ez xwediyê vê pirtûkê bibama, ez dibêjim qey ezê sedan pirtûkên xwe yên tirkî dikarîbûm bidama xelkê. min çav li derdorê gerand lê mixabin min nivîsa xwe ya qala vê keçikê (xêzefîlma wê) nedît. ne li tirşikê ne li bloga xwe. gelek dûv û dirêj jî bû. *
danasîna malperê:
"Pippi û Tommy û Annikayê li ser jiyana sût û sepalên Humlegårdenê rojname dixwendin.
Annikayê got:
– Bi rastî ji wan re Pippiyeke Goredirêj pêwîst e.
Pippiyê bersiv da û gotê:
– Ma tu wusa dibêjî, baş e, em ê wusa bikin.
Û herweha xurtirîn keça dunyayê û hevalên xwe bar kirin û çûn Humlegårdena parka Stockholmê. Dema ku sût û sepalan li wir dîsa dest bi şûmiyên xwe kirin, dîtin ku çi ecêb li wan rabû."
Here lînkê
|