Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [daweta sinetê] de;

1. ji bo pîrozkirina kîrê kurikên qut û rût bûyî ji aliyê xelkên me ve tê li dar xistin. dixwaze dîn bifermîne, dixwaze bibe hewceya tenduristiyê her çi bibe, ma çi mantiqa vê karê bera dayî heye law! perestîna kîrê û pîrozkirina pergala pederşahî pê ve ti wateya wê tune ye!



Cîrana me ya jor, ji bo îro dawet li dar dixe û duh min jî vexwendibû. xwedê jê razî, tiştê herî girîng ne gotîye! dora pênca bi xewê ketibûm! wan di saet şeşa sibehê de qesab anîye û qurban jê kiriye. û li ser odeya min, erê ne salon ne lawabo yan jî pêjgehê, li ser oda min, qesab bi teqe reqa dasan ketiye qurbanê û goşt perçe dike!



di heman demê de di xewa min de zilamekî nenas li ser xêniyekî bi çakuçan erdê dişkênîne. ez jî bi ecêb mayî wî temaşe dikim. û bi wî dengan êş ketiye serê min ku ji xew rabûnê mîna bombeyeke bi demjimêr teqîya. bi hêrs ji doşeka xwe rabûm, çavên min hîn girtî, ma ezê çawa vekim! min şorta xwe bi nîvco li xwe kir, xwe avêt li ber derî, di wê kêliyê de cîran jî dadiket jêr. min got, law ma xêr e, di vê saetê de li jor çi diqewime? her wiha... di dawiya wê dîyaloga pîrozî(!) de zilam digot, were li mala me rakeve... bi 'înat him jî. ahaha * min got yaw qurban ka ez ê werim, ya yên din em ê çi bikin. (derewa! yên din li xewa şêrîn avjenî dikin, malnexeabno!)



wekî her demê bê ego, min dengê xwe qût kir, gote temam û xêrxweşî xwest! aha! law madem ku tê wê dengê nede xelaskirin, çi xêra ji cihê rabûnê ma! bo ew dîyalogê bû! Carinan dibêjim, ya rebî ma piçekî be jî ego dabuya min, ma wê kevir bibariya! hema ez jî mîna pozşewitiyan karên xwe bidama çêkirin! lê na, ez biruya hayao miyazakî, fehmdar û psîkologa dilşewitî... * *



nîv saetek din min ew dengê pîroz guhdar kir û bi xewa du saetî li vir, li ber we lîstika xwe li dar dixim! pîroz be.



12.06.2016 10:18 ~10:33 | biruya hayao miyazaki