Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elementary os] de;

3. piştî du-sê salan, min dev ji deepin-ê berda û dîsa vegeriyam ser elementary os-ê. niha guhertoya herî dawî a stabîl 5.1 Hera ye. bi rastî jî gelek xweş û sivik e, piştî salan dikarim bibêjim ku di meseleya stabilîteyê de bi paş neketiye. çend hefte berê 6-beta hat nasandin. bila guhertoya wê ya stabîl were belavkirin ez ê dîsa nivîsekê vekolînê amade bikim.

malpera wê: Here lînkê



01.07.2021 11:40 ~11:46 | biruya hayao miyazaki

2. dîstroya ku li ser guhertoyên lts ya ubuntuyê tê avakirin û ji ber wê jî gelek stabîl e; pirsgirêkan dernaxe û ro bi ro stabîltir dibe.. nuha guhertoya 0.4.1 loki ya reşandinê ye.

piştî ku min dev ji lêgerînê berda ya ku çareya xeletiya wifiyê ya ubuntuyê* elementary os bû xizirê min. Gelek sivik û xweş e, sade û ji ber hin cudahiyên wê ya ji dîstroyên din wekî tunebûna bijkoka daxistinê ya pacê, meraqa meriv teşwîq dike. xwezî kurdiya wê heba. bi ya min qasî wergerandina berhemên wêjeyê girîng e kurdîkirina wê û helbet dîstroyên din ên linuxê. divêt pckurd.neteke din derkeve holê.

min li ser wê ceribeke nivîsand, heke bala we bikşîne: Here lînkê

nîşe: serrastkirina girêdanê.



05.08.2017 23:07 ~2021.07.01 11:41 | biruya hayao miyazaki