Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gboard] de;

2. min îro di rûpeleke esperantîstan de vê sepanê dît û min got hek ji bo esperanto heye dê ji bo kurdî jî hebe û hêviya min neşkiya. klavyeya kurdî ya latîn ji yê ubuntuyê piçekî cuda ye. wekî mînak tîpa ê di ubuntu de li cem tîpa ç ye lê belê di gboardê de li cem î-yê ye. ş jî di çepê tîpa ç-yê de ye. ango tîpên ş û ê ya ubuntuyê di gboardê de cih guherandine.

lê ev hînbûneke kurt divêt. ji bo min ya herî xweş, ji sedî sed ne baş be jî sererastkirina peyvan e. herî dawî sê sal berê kêfxweş bûbûm mina vê, di versiyona libreoffice û mozilla-yê de yên ku rastnivîsandina kurdî dihewandin. a bixêr.



18.06.2017 09:44 | biruya hayao miyazaki