Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [poşmaniya jêbirinê ya peyaman] de;

1. demeke berê ji ber kurdiya peyamên min ez hema hemû jêbiribûm. tu poşmaniyeke jî neketibû dilê min. lê bîska din min sernivîsa esperanto dît. êşeke zirav ket dilê min. ax dilo. divêt vê sernivîsê car din tije bikim. lê ji dilê min jî nayê, li jor peyameke vala heye û a min e.

min berê jî gotibû, ev vala-hiştina peyaman ji bo dîmena tirşikê xweş xuya nake. meqseda hiştina cihê peyamên vala jî min tetmîn nekiribû, li gorî rêveberî hin peyam henin ku perçeya dîyalogan in. (ev jî tiştekî ecêb e û min jî du sê caran tiştekî wisa kiribû. shame it!) dema ew peyam tê jêbirîn, peyamên din ên dû wê hatiye li hortê dimîne û fonksîyona xwe ya ewil winda dike hwd. lê meraqan dikim, çendên peyamên jêbirî di vê rewşê de ne. lê bersiva wê, ez dibêjim hindik e.

çima nuha min ewqas dengbêjî kir. nizanim, qey lessie dixwaze tiştinan bibêje. * *



10.12.2017 22:43 ~22:43 | biruya hayao miyazaki