Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka pîrozkirina sersalê] de;

1. hinek misilman ji sersalê re dibêjin noel, noel jî di ferhenga tirsikê de wisa hatiye pênasîn: welidîna îsa mesîh, her sal roja 25.12. îsa pêxember ji xwe yek ji pêxemberên îslamê ye. ango mesele ne pîrozkirina jidayîkbûna/noelê/mewlida wî ye. aliyê din sersal, di 01.01ê her salê ye û di 31.12ê de tê pîrozkirin. welîdîna îsa pêxember jî jixwe ne ew roj e. gelekên wan ên ku ji sersalê re dibêjin noel, çewt in.

tu têkiliya pîrozkirina sersalê û baweriyên kesan an jî xiristiyaniyê tune ye, lê terrika vê noelê girtine û dibêjin guneh e û guneh e. lê belê argumana wan zane ev e: divê misilman neşibin xiristiyaniyan (û xelkên din ên nemisilman). ji bo parastina nasnameya ometê helbet ev a fêmkirinê ye. meseleya asîmîlasyonê jî hema bibêjin heman tişt e. him jî di nav pîrozkirinên sersalê de yên di tv-yan de tê rêdan, hema bi araq in û dawiya şevê jî fanfîlîîfonfon... ango bi empatî, hinek misilman ne neheq in. (li ba min, herkes bi xwe ye, çi karê min bi wan heye.)

lê belê aliyiyekî tiştekî wisa heye: dixwaze yekê çile ya zayînê, dixwaze yekê muherema hicriyê bixebitînin, saleke derbas dibe. ji hêla dînî ve min venekoland gelo 'elimên misilmanan çi dibêjin, wan çi şîroveyan kiriye lê belê meriv salekî dixebite, dihere tê, ha bextewar ha xemgînî salekî ji emrê wan winda dibe. ji bo vê salê çûyîn be an jî jo bo salê ku hîn qumça wî ya ewil nehatiye vekirin, meriv pîroziyeke li dar bixe, li ba min ne xem e. milet zorê hez dike, qedexeyan bi bîr dixin û cihenemê rê didin fîlan û bêvan lê hema tu jî alternatîfeke xweş li dar bixe bêaraq û şevdawiya bêseks. erê, li hemberî jiyana îroyîn a li tirkiyê ev tişt hinekî zor e lê ne nemimkin e.

dayika min a sofî û wekî ""cinnetlig"" * tê binavkirin di nav xelkê de, li gorî her du teqwîmên hicrî û zayînê her sal mîna cejn e, pîrozbayî li dar dixe. çi ye: wê rojê miheqeq kulîçeyên kombe çê dike û şev jî xwarina xwe ya kutilk û tawa û pel amade dike. piştî xwarinê jî dê û bavê min dest bi meseleyên kevn ên dûr û dirêj dikin. heta di van salên dawî de (mixabin en ne bi wan re bûm) bavê min kilaman gotiye. odeya bi sobeyê hatiye germkirin, çay û kulîçeyan û dawiya şevê li dora sobeyê bi xew re çûn. şiyarkirina me ji aliyê dayika min ve bo çûna nivînên xwe û sersal pîroz be!

welhesil, kesên ku we'azan dikin, neol heram e filan, ez eciz dikim.

edît: dayîka min wisa got, dema serêsalê em diçûn malan û me xelatan dixwestin û piştî wergirtinê jî me vê hevokê digot:
serê salê binê salê
xwedê zarokekî bide vê malê



23.12.2017 21:31 ~22:58 | biruya hayao miyazaki