Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [siddhartha] de;

1. dibêjin nivîskarê nobelbir ê navdar hermann hesse bi vê romana xwe bûye navdar û lê zêde dikin, ji nav pirtûkên wî yên herî baş ev e.

rexne: mirada min ji ser pirê xwe avêt ji bela vê şîroveyan û rastiya romanê. heke we alchemist a paulo coelhoyê û ji wê santiagoyê balona nepixandî hez kir, dem derbas mekin vê romanê jî bixwînin. lê yên din bira bendewariyên xwe yên bi perr û perrik kurr bikin û bi nigan dest bi xwendina vê romanê bikin.


derûniya lehengê me li ser avê maye, meriv li bendê dimîne ku felsefeyeke buddha hema nebû yekî bi xweşî di romanê de were nîqaş kirin, sêwirandin, naskirin; hema nebû giringiyeke mezin bidaya derûniya lehengê yaw! lê hemû tiştên li ber me ne ev e: kurtasiyeke baş. kurtasiyeke yek-tenê ji bo gelek-gelek fikran! ez dikarîbûm di pirtûkên felsefeyan de jînenîgariya siddhartayê bixwendaya... her wiha ên dixwazin tekamûleke fragmanî ya buddhayê û benîştkirina "agahiya rastî" bixwînin, bira ji xwe re bikirin.



24.12.2017 22:31 ~22:34 | biruya hayao miyazaki