Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevalên malê] de;

9. (bnr: îtîrafên tirşikvanan)
ez bûbûm evîndarê hevalekî xwe yê malê, wan rojan here û venegere. min lê neriya, ev rewş min xirab dike, ne xwarin ne vexwarin.. ji bo ku wî nebînim li pirtûkxaneyê dimam, diçûm li mala hevalên xwe dimam hwd. ji halê ketibûm. min biryar da û min ew ji malê qewirand. * lê ne bi êşandin... hingî qûre bû, di civakê de silavê nedida min ku min digot qey ne mîna min be jî ew jî ji min hez dike. lê tu carî ne li min neriya, ne jî silavek da min. her wiha, 2-3 sal piştî mezuniyetê peyameke avetiye min, "ji te hez dikim". law... niha kenê min vê tê, ji ber ku êdî ji destên min tiştekî nayê. min piştî salkê ev peyam dît. salkê! ji face-ê avêtiye. ketiye qûtiya spaman. ji xwe êdî di wan deman de face li ber çavên min reş bûbû, min kar bi wê nedikir. her wiha. dema, min gihaşt wî, zewaca wî du mehî bû. hel û xatir pirsî, min wê pîroz kir û telefonê girt.

tu bi min re henekan dikî qedero! tu carî qismet nebû ku jê re bipirsim, piştî hewqas salan tu çima peyamek wiha avêtiye min, tê çi wateyê? ku hîn jî nizanim, çima avêtibû... bû defterek kevn a ku ji nemê rûpelên wê nayê vekirin, ji xwe nikarî vekî.

her wiha hevalê ku dewsa wî hat, bû birê min. ji brûskan ditirsiya, û dihat di nav cihê min de radiket. me pereyên xwe yên dawî, du salan, bênavber wekî kevneşopek ecêb, da şerab û nanê.

belê em bûbûn wekî malbatek.



01.12.2019 19:07 ~19:20 | biruya hayao miyazaki

1. piştî derketina ji wargehên kyk-yê, peyveke wisa têdikeve kîsa xwendekarên zanîngehê. berî min li ferhangan çav li peyva "ev arkadaşi" gerand. lê min tu tişt nedît, di wê kêliyê de peyvên dê û bavên min hat bîra min ku dema hel û wextê min dipirsîn, wan digot, "hevalên te yên malê çawa ne?". an jî hewcî nebûye ku ez li vê peyvê bigerim.



27.12.2017 20:04 | biruya hayao miyazaki