Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevên bi xewa roj hatine herimandin] de;

1. ez kengî roj rakevim, şevên min mîna sibehên roja yekşemê bêplan xuya dike, mîna xwarina bêxwê tehl e, mîna birîna sertiliyan a ji ber nenûkxwarinê diêşe û mîna qermiçîna destan xerîb e ya ji ber ava germ bi dehan deqe hatine şuştin û ev tişt ez dîn dikim, diqehirim, hêrs dibim. ji ber ku êdî xewa şev herimiye, xew pêl piştçavên min nake û heta seatên dereng ez ê şiyar bim, nikaribim rakevim û sibê zû jî kar heye. xelk çawa bi rêkûpêk siestayê dike, nizanim. tew li çînê xewa nîvroyê di qanûnan de hatiye parastin. êdî ez ê vê şevê li ser vê meselê kur bim.*



27.12.2017 22:42 | biruya hayao miyazaki