3. gelekî rojperest e.
ansîklopediya îslam a tdv-yê nabêje lê vê qûnciknivîsa bêçavkanî ew û herranî kiriye yek: Here lînkê her wiha hinin ew û sabiî jî kirine yek.
hinin ji wan dibêje ew bo rojê (şems) nimêjê dikin, hinin dibêjin bo heyvê (sin). ya ku em dizanin:.
-xelîfeya ebasiyan Me’mûn ew tehdît kirine. ferman daye, ya ew ê bibin misilman an jî divê têkevin wan dînên ku di quranê de derbas dibin. [cuhûtî, xiristiyanî, sabiî] ji ber gefa kuştinê, hinin ji wan misilman, hinin ji wan xiristiyan û hinin jî bûne sabiî. çavkanî Here lînkê heke şemsî û herran, ne yek bin, îja ji bo wê jî ev alternatîf hatiye: muratê 4em ê padîşahê osmaniyan di vegera şerê bexdayê de koka şemsiyên amedî qelandiye û perestgehên wan ji holê rakiriye, îja rebenan mevbûr mane li ser çiyayekî ber pira amedê nimêjê bikin. qûnciknivîsa bêçavkanî Here lînkê
di heman çavkaniya dawî de dibêje: ulu cami ya amedê berî bibe dêr perestgeha şemsiyan bûye. dêra qedîm a dayika meryem û manastira Deyrulzafaran a suryaniyan jî perestgeha şemsiyan bûne. nizanim êdî rast an nerast...
Di hin dewran de gelheyên wan, di hin bajaran de:
*1564 - Diyarbekir Mufassal Tahrir Defteri (varak 44b, bi navê Cemâat-ı Şemsî hatine qeydkirin) - Mehela Bala-i Hasırcı - 166 zilam ên ku mikelefên bacê ne. [128 kes ji wan bi jin bûne; 38 kes jî ezib bûne]
*1608 - Mêrdin - Mehela Şemsiyyân - 22 zilam û di 1692a de 66 zilam. çavkanî: Here lînkê
*1766, bi ya Niebuhrî, Mêrdin, 100 malbat
*1808, bi ya Dupreyî, Mêrdîn, 800 kes
*1927 - Mêrdin, 23.252 kes
*1945–1950, Mêrdin, 18.000 - 19.000 kes [İslam Ansiklopedisi, “Mardin” ., MEB Yay, c.7, s.320.]
hema bonusek derheqê herraniyan: pisagor û eflatûn pêxemberên wan bûne. ez şok.
not:
tevlî hev neke:
şemsiyye: nusayrîtî
şemsiyye: riyeke di nav terîqeta bayramiyeyê de ye, îslamî ne.
|