Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bihabûna kaxidê li tirkiyê] de;

1. piştî mutasyona dolarê wekî her warê bazirganiyê ev tişt jî ket rojevê. ji ber ku berhemandina tirkiyê têrî hewcedariya wê nake, kaxid jî ji derveyê welêt tînin û ew jî girêdayî dolarê ye û dolar niha 6,4668 lîraya tirkî ye. (bo kaxida qelîteyî) hewcedariya tirkiyê salê 650 hezar ton e û tirkiye tenê di salê de 250 hezar diberhimîne ku mayî jî ji derve tîne. Here lînkê

gelek weşanxane û rojnameyên tirk zem li bihayên xwe kirin. di vê rewşê de rebenên weşanxaneyên kurdî çi bikin? ji xwe bazareke pirtûkên kurdî hema di tunebûnê de ye, bi ser de vê krîza hanê pişta wan dişkênîne an jî dê bike. xwedê alîkariya wan bike.

ev hevpeyvîna abdullah keskin e: Here lînkê (min du seatan li bas kurdî de vê nûçeyê geriya lê di tirkî de ye. ji bo xwedê çima ne kurdî ye, niha dipirsim..)



11.09.2018 15:16 ~15:19 | biruya hayao miyazaki