Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bișkoka ecibandinê] de;

6. *bi ya daneyên îstatîstîkên tirşikê di ecibandinê de di lîga 4ên pîroz de dilîzim.* hîsekê xweş e. ka kê dixwaze bikeve pêşbaziyê?* henek li aliyekê "bêyî îltîfat ma'rîfet bêqîmet e". bi vê bişkokê peyamên xelkê yên xweşik û rindik biecibînin ku tirşik bila hîsên xweş têxe dilên wan û bi vê jî rê li tirşikvanan -nexasim ên nû- vekin ku bila xwedî li vê derê derkevin û neçin, nerevin; bila tirşik geş bibe, nifûsa wê ya normal qelebalix bibe; bila rojeva wê bibandor bibe. bila mezin bibe.

(bnr: xwezî)



12.05.2021 01:34 ~01:38 | biruya hayao miyazaki

3. di nav nîv saetê de ez pêrgî çend peyaman hatim, min ew xwendin û 3 ji wan min xwest biecibînim. lê hişyarî derket û ji min re got, tu li pey çi ye, te ji xwe deng daye.* ceribek ecêb bû.



10.05.2020 02:00 | biruya hayao miyazaki

1. Di esasê de pêlêkirina vê bișkokê pejirandina șandî ye yan jî ecibandin, hevfikirbûn, ecêbmayîn hwd e. Ji ber wê ye ku di hîn platforman de wekî rakirina sertiliyê di nav kulmê de tê sêwirandin. Di tirşikê de ji bo vê kiryarê rûyê bi ken : ) hatiye bikaranîn. Cara ewil li peyamên bin yekîneya 731ê min nexwest pê li vê rûyê bi ken bikim, ji ber ku ew dijî naverokê xuya dike. Bawer im, ji ber vê ye Facebook li bin bișkoka "ecibandin"ê emojiyên hisên din jî dide ber bikarhêneran



06.12.2019 11:03 ~11:04 | biruya hayao miyazaki