Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [giring] de;

1. xuya ye, ji گرنگ a soranî ketiye kurmancî û îro kurmancên xwende timî vê peyvê bi kartînin li şûna muhim-a erebî. lê xuya ye soran jî wekî her car dikin (bo peyvên ku ji erebî ketine zimanê kurdî, nexebitînin) ew ji farisî deyn kirine ku di wê zimanê de ev peyv wiha tê ravekirin: (bi ya wîkîvajeya farisî) 1. kiring 2. leşkergah 3. meydanê ceng

gelek kes wekî girîng bi kar tînin, gelek car ez jî tê de. wekî gring û grîng jî tê nivîsandin.û her tim ez jî tevlihev dikim.

rehê wê ne zelal e, dibe ku ji gir/mezin be. qertafa -ing (bêjing, kuling) îro bi çend rewşê li kar e: -inc (malinc) û -îng (her wiha bêjîng)



03.02.2020 12:04 ~12:09 | biruya hayao miyazaki