Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heyberê pêdivî] de;

1. navê orîjînal: wacibu'l-wicûd

heke ne şaş bim farabî heyberan ji aliyê veqetandina mahiyet û wicûdê ve dike du felqe. felqeya ewil heyberên pêkan in ku mahiyet û wicûdên wan dikarin ji hev veqetin û hebûn û tunebûna wan were fikirîn. lê belê heyberê pêdivî ji aliyê mahiyet û wicûdê ve mirov nikare wî veqetîne. hebû û dê hebe. ne cih û ne dem e. ezelî ye û pêdiviya wî bi heybereke din tune ye lê heyberên pêkan bêyî wî nikarin bibin/der bên.

(bnr: hişê çalak).
(bnr: felsefeya îslamê)
xwedê/119185

not: ji alyê têgihê ve gelo ya rast "heybera pêdivî" ye?
edîtapaş: erê yê rast kşandina mê ya bêjeya heyberê ye. ji ber ku li vir her çiqas bêjeya xwedê nêr be jî, bêjeya heyber mê ye. nabe ku em ji ber bandora bêjeyeke rabin zayenda bejeyeke din biguherînin. gelo di van deran de moderator filan heye ku vê şaşiyê serast bike?

(lê gumana min ji peyva pêdivî dewam dike. tê bêje qey divê peyva pêdivî bi awayeke din bê kişandin.)



04.04.2020 20:37 ~20:57 | biruya hayao miyazaki