Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [geppetto] de;

1. merengoz. bavê pînokyoyî yê ku bi dilrehmeke mezin ji kurê xwe hez dike.

bi ya min hevzayendxwaz e. tenê ye, nezewicî ye. lê hesta bavbûn pê re heye. belkî jî ji bo nifşa xwe bide dewamkirin bêyî zewacê/jineke radibe ji xwe re qûqlayek çê dike. hingî pir jê hez dike, dixwaze ew bibe însanekî. lê heta dawiya çîrokê pir ber xwe dikeve, xemgîn dibe. tê bêje qey pînokyo jê hez nake û wî wekî bav nabîne. ji xwe lawikekî pir derewçîn e, ji malê direve û kalê me yê tenê, bi hêviya di qirrikê de mayî, li benda hatina wî dibe. êşa dilê wî xelas nabe.

jê pir hez dikim. navê qelema min a rojnivîska min geppetto bû.



05.04.2020 13:37 | biruya hayao miyazaki