1. fîlmekê honaka zanistî a ji rêzê ye. zengînekî çavsor dixwazî li fezayê cihekî jînbar kişif bike û şertên jiyînê çêbike. bo vê armanca xwe labaratuarekê qerase li san franciscoyê ava dike û tê de nêçirên xwe yên hevdayî bi riya zanyaran vedikole. ev heyberên herikbar ên ku vî mêrikî hevdaye sîmbîyotîk in û nikarin li ser rûyê erdê bi tenê serê xwe bijîn. pêdiviya wan bi bedenên mirovan heye. li aliyekî jî nûçegihanekî heye (tom hardy delalê min), ji ber ku xebatên qirêj û derehlaqî ên wî mêrikê zengîn û labaratuara wî vedikole, ji karê tê qewirandin. zanyarekê wê labaratuarê ji ber prensîbên etîk xwe digihîne vî nûçegihên û qala xebatan dike. di wê kêliyê de bûyera bingehîn a çîrokê dest pê dike. |
|
06.11.2021 10:52 ~11:24 |
biruya hayao miyazaki
|