Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji vittulayê muzîka populer] de;

4. "zilamek, hildikşe everestê, çiyayên azad ên tîbet. berf ne bes e, bi ser de gêdûk heye. lê va ye," ew çi ye? tabeleyeke tîbetî! xweda! serê xwe li ber tabelayê xwar dikim. û heta divê ez maçî bikim, hewa sar e, bayê kur li ser pozê min diherike lê ne xem me. serê xwe dirêjî tabelayê dikim, lêvên xwe didim ser wê. xweda! ev çi bû! ev çi bobelat! lêvên min dizeliqe! dikşînim, hinekî diçire, xwîn jê tê, ji bo xilaskirina lêvan, bi zimanê xwe hewl didim! xweda! ziman jî dizeliqe. mîna zarokatiya min!"

herçiqas evana peyvên min bin jî, roman di danasînan de bi vê avayî tê naskirin û min jî wê kirrî! lê çend sal berê :/.Asoxî, min got, law çima heta niha min wê nexwend. xelkê fîniyan ên gundî mîna kurdan in. gelek kêfa min jê hat. lê her çiqas çîroka zarokekî bike jî, hin beşan hebûn ku kerban min nexwest wan beşa bixwînim, lê helbet xwe da xwendin! ji ber ku pirtûk gelek herikbar e û wergera wê jî baş e.

di pirtûkê de helbet esperantîsta biçûk ji bo min favorî bû. dema çavên min li nav risteyên kurdî de hevokên esperanto xwendin, ez gelek kêfxweş bûm * ew çi çîrokekî şêrîn bû wisa. bişirîna min tê dema tê bîra min. *



24.12.2017 23:02 ~23:04 | biruya hayao miyazaki