Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [black] de;

1. fîlmekî bollywood e. di sala 2005an de ji aliyê derhêner sanjay leela bhansali ve hatiye kişandin. amitabh bachchan (debraj sahai) û rani mukherjee (michelle mcnally) serlîstikvanên vê fîlmê ye.



fîlm qala serpêhatiya keçeke kor û ker ku ji aliyê mamosteyekî wekî sêhrbaz tê perwerdekirin e. keçekî bifikirin ku qet nabîne, qet nabihîse û nikare bipeyve. heta 8 salî wekî ajalekî, wekî dînê beratayî tê muemelekirin. a soxî jî, di 8 saliyê wê, bavê wê dixwaze ku bide nexweşxaneya dînan. dilê dayika wê ev tişt qayl nabe û bi hêviyekî dawî mureceatî mamosteyekî dike. çîrok destpê dike...



serî heta dawî bi giriya, min kuşt. ji xwe ez jî hinekî amade bûm. ev girî jî ji aamir khan wekî lanetekî bêderman bi min re ma. vî havî peçeteyê xwe ji serî de amade kirim.* ma xwedê wan bihêle hema dixwazin bi girî temaşevanan kor bikin. ma xêr e bolywood, team ji fîlmê nastînim hema ji firfira poz û hêsira dilop dilop… de carek çê bû. *



fîlm du saeta zêdetir dewam dike. mûzîkên ku ez ji bollywood hewisîm, di black de tune bû, ji xwedê şukir.



fîlmêberen saat, benim dünyam ku ewê vê îniyê têkeve vîzyonê, ji vê fîlmê hatiye dizîn. hewqas eşkere ye ku ji fragmanê tê nasîn, hemû sehne, rewş û tevgerên black... ma malnexerabo tu nikarî bû hinek be jî sahneyên resen têxistiba benim dünyam. dayîna ev bnr êdî şert e:



(bnr: tunebûna reseniya sînemaya tirkan)



22.10.2013 01:23 | biruya hayao miyazaki