48. min çend dem berê helbestên wî xwendibû û qet kêfa min jê nehatibû û diheyriyam tirşikvan çiyê vê camêrî hezdike... mîna peyva herî populer a web-ê ev mesela zewq û rengê ye. çi karê min ji wan... lê endazer bi xweş rexnekiriye û şîretan daye ji xwendevanên helbestan re : occo mahabad/1797">occo mahabad/1797
bîska din ez rastî nivîsekê wî bûm, bi navê "Facebook; Belaya herî xweşik!". di gotarê de li bin sernivîsa "NEBAŞÎ Û ZERARÊN FACEBOOKÊ" van hevokan derbas dibe:
-komên ku ji bo sekskirinê (mînak: seksên lezbiyen ,homoseksuel û komî) hatine sazkirin dibe ku bala we bikişîne û serê we bişewitînin.Paşê vîdeoyên we jî li Youtubê werin nîşandan neheyirin.
erê occoyo li bin sernivîsa mijarê notekî wilo daye: "Li gor lêkolîner Dç.S.Craig Watkins zerarên sereke ew in." eşkere ye ku bawer kiriye û têxistî ye li nav nivîsa xwe. ha ew krêygo kî ye niza'm *
bira çewt neyê fêm kirin. helbet ev zerarekî muhtemel e. lê occoyo qet qala sekskirinên straight/heteroseksuelan make. qey ew jî mîna dewleta tirk şablonên fermî ya sekskirinê pejirandiye û xuya ye ku ew jî nîhandinên straight e. (gelo nêrîna wî ya sexa oralê çi ye?) *
henek li aliyêkî...
encama ku ez gihîştime ev e: occo mahabad homofobîk e. ku qet kêfa min ji mirovên homofobîkbîkan nayê... xwedê şîfa bide wî.
not1: niza'm zilam e yan jin e. hema ez "wî" bikaranîm.
not2: ev jî lînka gotarê ye: Here lînkê
|