Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [birca karik] de;

1. kesên ku di navbera 23yê Kanûn Û 20ê Çileê ji dayik bûne. * Hey, bizinê eksokî! Hey, xirexaviyê quretî! Li vê dinyê qasî vana bi deqerûyî û çortbûnî li hev dixin, ka bibêjin, kesên din hene?! Li hema her tim kanin bi her tiştî re bixeydin û bibehicîn. Li cem wê/wî mefhûmên baş û nebaş tuneye; yek ji karekterên Divina Commedia ne. Ji bo vî havî hek hun porê xwe jêkirin, kîlo dan, kiras û kincên nuh xwe kirin û ji mirovên karikan dixwazin hevokên “sehet be!”, “ser xêrê be!” û “bi wanî tu xweşktir bûyî” bibîhîse… Ji niha dibêjim çema stûyê xwe bixwirînin. Hun jî jê fêmkirin ku ew hinik bêfehm-fêmkor û hwd e. Piranî hişê wê/wî li ser heval û hogirê xwe ye. Ev tiştekî xweş e lê ew hevalên wê/wî şîrê çilîtiyê di pozê karikê/o de tînin. Ma, ê biaqil hinik jê ders digre lê ev bûye mazoşîst. Tew ev qûngû jê pirsîna jiyana wê/wî ya taybet, acis dibe. Ê bibîne jî ewê bêje, qey çi gû di taybetiya wê/î heye. Peh! Qet bi vana re fîlma temaşe nekin. Hunê poşman bin. Di ortê fîlm de ewê peyvê dawî ya lîstikvanê bibipirse. Bikene. Tir bike Ewê xwarina karekteran dixwe bipirse. Here mitfaqê û xwarin bîe. Ewê markaya derpiyê li ser lîstikvan bipirse… Gû heye. Zikkim heye. Quzzulqurt! Ma tê ev bersivên vê pirsan bikole kevirê mezelê xwe. Welleh billeh mirov taldê vana naxwaze jiyana xwe bidomîne.



(bnr: birc)



22.01.2014 13:10 | biruya hayao miyazaki