Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komputer] de;

4. ji bo gelek peyvên biyanî re yên ku bi riya zanyarî/teknolojiyê em li wan hîn bûne, gelek peyvên xweş hatine hilberandin û gelek ên wan bûne popûler mîna gerok, tor, malper û hwd.

lê ecêb e yên ji bo komputerê hatiye çêkirin, di nav kurmancîaxêvan de populer nebûne. jimar/hejmar û hisab û bîr û hiş û kom û hwd ên ku bi vê alavê re têkilî ne, peyvên gelek hatiye bikaranîn ji bo hilberandina navên nû. yanî fonksiyonel in. lê xêvjimêr û kombersê ku hatiye pêşniyazkirin, wekî mînak di tirşikê de tu nebûye populer.

di tirşikê de yê herî pir hatiye bikaranîn kombers e lê jê re dibêjin ji ber xwe ve avêtine û dipirsin gelo bers çi ye, me'neya wê tune ye, peyva pirsînê xira kirine û hisabkirinê ji bo me'naya wê temîn kirine û bûye bers...

ez bi xwe peyva xêv nizanim, nikarim şîroveyan bikim. lê heke zimannasekî bibêje xêvjimêr peyveke xweş û li gorî kurmancî/kurdî ye, ez ê bi kar bînim.



14.01.2018 12:30 ~12:38 | biruya hayao miyazaki