Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslam] de;

48. agahiyek di derbarê quranê de ez ecêbmayî kirim: di dema şerê bîzans û sasaniyan de muşrîk ji ber ku bîzans xwedankitêb bûn, alîgirê sasaniyê kirine û ji bo xerakirina motîvasyon û morala mumînên nû vê bi kar anîne. îja di quranê de mîzgînî tê dayîn derbarê serkeftina bîzansê li hemberî sasaniyan û xwedê dibêje ku wê di nav du sê salan de bîzans zorê sasaniyan bide û bi ser keve. wele ez şoq bûm. çavkanî sureyê rûm.

a din: muhemmed pêxember bi xiristiyanên taxlîbê re peyman îmze dike û di vê peymanê de şertekî wî ev e: ew dikarin xiristiyan bimînin lê bila zarokên xwe weftîz nekin. bi ya gotara jêr ev made nayê sepandin. ya rast hevoka paşîn li hevoka pêşîn nayê. di xuyangê de nakokî tê dîtin. [yekî ji cihûyan re bibêjî temam hûn ser dînê xwe bin lê zarên xwe sinet nekin. lê sinetkirin ji xwe emrê dînê ye.] lê divê bê gotin ku di dîroka îslamê de ev şert tenê di vê peymanê de tê dîtin. tu carî di herêmekê din de ji xiristiyanên din ev nehatiye xwestin û bi ya gotarê ev mînaka tenê jî tu carî nehatiye sepandin. a duda jî benî taxlîb eşîreteke ecêb e, ser menfeetê xwe ne [di şerê misilman û sasaniyan de alîkarên faris in lê dinêrin ku misilman bi ser dikevin îja ew xiristiyan bin jî dibêjin misilman jî ereb in û em jî û tevlî artêşa îslamê dibin] û ji bo ku mîna faris û miletên din ên ne-ereb cîzye nedin ji misilmanan re dibêjin ku em hemû ereb in filan û bêvan. mîsal pêşnîyaz dikin ku dewsa cîzyê, du qet zêdetir zekat bidin. bi ya xwediyê gotarê, dibe ku ev mesela weftîzê jî pêşnîyaza wan be.

gotar: tûrabdîn Yöresinin İslâmlaşma Süreci - Hüseyin Güneş Here lînkê



22.11.2020 02:20 ~02:28 | biruya hayao miyazaki

22. şîrovekerên selefiyan sedan sal in, desthilatdara îslamê ne û heger em li gorî wan tevbidin divê ji serî heta binî ya vê jiyana xwe biguherînin û li nav vê cîhana modern û pêşketî bibin kerr û lal û kwîr. haya van mirovesilmanan tenê ji navê celal a xwedê heye, kesek ji wan qal cemaliya xwedê nake. ji xwe axên wan ên li wê derê hikumdarin li ber çavan in, zordestî, xwîn, şer, cîhad, paşketî, nezanî, tawan û tawanbarî, guneh û guneh û ceza û ceza û ceza û ceza... û mêr. mêr û mêr. lawik, xort, zilam. mêrxasî. sedî ji sed ne jin. ne keç, ne ciwan û ne jinxas. pêkan e, dayîk û xwah. lê bêguman namûs û namûs.



çima nizanim, bide ber jkxr:



(bnr: welcome to the machine)



06.11.2015 22:51 ~22:55 | biruya hayao miyazaki

18. ji ku xwendime nayê bîra min lê pirtûka pîroz a îslamê li gorî kuçikên daîşan, hati̇ye guherandin, ji ber vê yekê ev şeytanan ji xwe wezîfe kirine ku ewê wan quranê biwergirîne halê wê ya heqîqetê. ez dibêjim guherandina quranê yek ji elametên qiyametê ye li gorî selefiyan. xwedê wan biqehrîne...



09.08.2014 21:08 | biruya hayao miyazaki