Tirşik - Profîl
tirşik-profîla elomelo

profîla "elomelo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hemingway] de;

1. Di sala 1899an de hatiye dinê. Bavê wî bijişk bû. Hemingway di nav şeş zarokên malbatê de yê duyemîn bû. Mala wan li Chicagoyê, Oak Parkê bû.



Di sala 1917an de li rojnameya Kansas City Starê dest bi xebatê kiriye. Li sala paştirîn jî bi dilê xwe çû şerê cihanê yê yekemîn û wek ajokarê ambulansê li eniya italyayê xebitî ku tê de her çiqas bi xedarî birîndar bûye jî dîsa cara dûyemîn li ser karê xwe vegeriya. Di sala 1919an de zivirî welêt, li Ameriqayê û piştî du salan jî zewicî. Li sala 1922an dîsa çû Ewropayê û ji nav şerê di navbera Yewnan û Tirkan de nûçe gihandiye. Piştî du salên dî bi temamî dev ji rojnamevaniyê berda û hemû dema xwe da nivîskariyê. Dûre li Parîsê cîh bû û hevaltiya xwe mîna bi kesên Ezra Pound û Getrude Stein re, ên berê hemwelatiyên Ameriqayê bûn, xurttir kir. Bizav û rexneyên wan kesan di şêwaza nivîskariya wî de roleke mezin û girîng listin.



Berhemên Hemingway ên pêşîn hatine çapkirinê Three Stories and Ten Poems (Sê Çîrok û Deh Helbest) û In Our Time (Di Dema Me De) bûn. Lê romana wî ya satîrîk a bi navê The Torrents of Spring (Rêjnebaranên Biharê) bû sedem ku navê wî li her deverê welêt deng bide. Digel wê, navdarbûna wî li qada navneteweyî dûre bi saya sê berhemên wî yên din çêbûye: Fiesta (Fîesta), Men Without Women (Mêrên Bê Jin) û A Farewell to Arms (Bi Xatirê Çêkan).



Bi şerê gayan, nêçirvanî û masigirtîna di behrên kûr re bi azweriyeke mezin mijûl dibû û wan hemûyan jî mohra xwe li ser şêwaza nivîskariya wî û mijarên berhemên wî xistine. Di dema şerê nexweyî de berê xwe da Spanyayê û tiştên li wê derê dîtîn û jiyanê tev de xistin nav romana xwe ya ku paşê bû bestseller, For Whom The Bell Tolls (Zingil Ji Bo Kê Tê Lêxistin).



Zimanê wî yê zelal û herikbar û şêwaza wî ya rasterastîn têsîreke mezin li ser peyrewên wî kiriye lê dîsa jî tu kes mîna wî bi hêman şêwazê derneketiye. Gava di sala 1954an de bi xelata Nobel a Wêjeyê hatê xelatkirin di gelek deverên dinyayê de deng daye û di nav wêjeya cihanê de ciheke zehf girîng girtiye. Piştî xelata Nobelê berhema wî ya dawîn jî The Old Man and The Sea (Kalemêr û Behr) hate weşandin. Di sala 1961an de bi xwekuştinê terka dinyayê kiriye.



Heya niha du romanên wî bi kurdî hatine çapkirin: Bi Xatirê Çêkan (Weşana Komal) û Kalemêr û Behr (Weşana Komal). min jî çend çîrokên camêr wergerandine kurdî



29.10.2013 11:02 | elomelo