Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tu qurbana zarê xelqê bî

profîla "tu qurbana zarê xelqê bî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşeroj] de;

1. * rojên ku hêj nehatine

* rojên pêş me



bi tirkî: gelecek, gelecek günler

bi îngîlîzî: future, coming days



îşareta dema bê dike. lê mixabin li bakurê kurdistanê ev peyv şaş tê bikaranîn. li şûna vê peyvê pêşeroj tê bikaranîn. Hal ev e ku pêşeroj îşareta dema borî dike. rojên derbasbûyî, rojên borî...



çima wisa ye?



di zimanê erebî û farisî de em dibînin ku zerf/hoker du cure ne. di kurdî de jî bi vî awayî ye

1. zerfên cî

2. zerfên zeman



*** *** *** *** ***

1. dema ku "pêş û paş" wek zerfên cî bête bikaranîn hingê



pêş dibe pêşber, pêşber, berî (yanê bi tirkî: ön; bi îngîlîzî: front) û paş jî dibe pişt, paş, para (bi tirkî: arka; bi îngîlîzî: back )



wek mînak:



* Heso di erebê de pêşiya min rûniştibû.

* Wextê ji nişka ve hîşyar bûm, min got, kuro ev kî ye xwe paş min veşartiye.



2. lê gava ku pêş û paş ji bo zerfên zemanê (hokerên demê) bêtin bikaranîn hingê beravajî vê rewşê ye.



pêş di zerfên zemanê de dibe dema borî, zemanê berê... û herwiha paş jî dema ku hêj nehatiye jiyandin.



ji bo ku baş bête têgihîştin em ê bi çend mînakan ve rave bikin:



* kal û bavên me pêşiya me jiyabûn.

* em a niha şîvê dixwin 10 saetê din em ê paşîvê bixwin.



(bnr: pêşeroj)



06.02.2016 15:24 | tu qurbana zarê xelqê bî