Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kurê xelkê

profîla "kurê xelkê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deştî vs çiyayî] de;

12. ev cudakirin li bismilê jî heye. jixwe nîvê bismilê pasûrî ne (heçî ew ji xwe ra dibên qulpî). ên bi eslê xwe farqînî ne jî gelek hene. mesela alî dê a diya min ji farqînê ye. ji xeynî wan ji gundên derdora mêrdînê û stewrê jî însan li bismil bi cih bûne. lewma di gotûbêjên kurmancî de carina yekî ji nişkê ve dipirse "hûn çiyayî ne" û mijar carkî da diguhere.



lê bi qasî min dît çiyayî ji alî deştiyan ve biçûk tên dîtin. ma kurd hemû çiyayî ne. gava fermana me radibe em xwe dispêrin çiyan. ev aded ji kur derketiye nizanim. *



06.04.2016 14:19 ~14:20 | kurê xelkê