Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seydayê tîrêj] de;

1. (z. 1923 − m. 23'ê adarê, 2002) helbestvanekî kurd bû.



Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha hesîçê gundê nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundêsêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele birahîmê golî, Qur'anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.



Ew, di sala 1937´an de hatiye bajarê amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin cegerxwîn, qedrî can, hesen hişyar û nûredîn zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye.



Di sala 1952'an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.



Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (kî me ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (nayifê heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:



Ev xwendin û zanebûn

Nêzîk dikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin; Nezana

Bira destên hev bigrin

Di vê rê de em bimrin..."



— Cegerxwîn



18.05.2014 15:04 | xwelî li ser