Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alfrêd nobel] de;

1. Alfred Bernhard Nobel (z. 21'ê kewçêrê 1833 li stockholm; m. 10'ê berfanbarê 1896 li San Remo) kîmyager, kaşîf û karsazê navdar ê swêdî bû. Her sal li rûyê cîhanê bi navê wî xelatên wêje, aştî û zanîstiyê tên dayîn.



ew kaşîfê dînamîtê bû û herwekî fîrmayên wî xwedî patenta 355 alavî bû. nobel karsazekî serkeftî bû. di dawiya jiyana xwe de, ji ber ku wî keşfa dînamîtê kiribû, gelek poşman bû. dîsa wî hêdî hêdî baştî û pêdiviya mirovahiyê didît.



nobel beriya mirina xwe temî dike ku hersal bi navê wî xelat were dayîn û hatina giştî ya fîrmayên wî ji xelatgiran re were dayîn. her sal xelatên nobelê ji kesên ku di warê xwe de xizmeteka mezin bo mirovahiyê kirine re tê dayîn.



(bnr: xelata nobelê)



03.06.2014 19:01 | xwelî li ser