6. Were Têlî, Têlî, Têlî… Hey lê lê zalimê lê Ez serê sibê radibim ji xewa şêrîn bang dikim dibêjim Têlî Di nava rojê de dibêjim Têlî Berêvar dibêjim Têlî Bi saetê, deqê û saniyê dibêjim Têlî… Ji axir û kedera dilê xwe re bang dikim dibêjim Têlî... Lê lê Têliyê malxirabê, Wele tu hur î, boz î beyaz î Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î, tu kihêlî Nod û neh nav û îmze li ber navê te lêketine Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî Malxirabê wele tu kihêlî Tu vê sibê li qarşî çavê min sekinî Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î, tu jinebî yî Ser dev û lêvên te yên bi xêlî Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye Tu çima ser çavê xwe ji min vedişêrî Lê lê malxirabê 7 heb birayên te hene, 7 heb xwîşkên min hene Ji bo xatirê çavên te ez ê ji te bikim berdêlî... |
|
21.09.2014 13:13 |
xwelî li ser
|