5. Qesra Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye.
Koşk ji aliyê Îshaq paşa ve, di sala (1199 Hîcrî.)-(1784 Mîladî.) hatiye avakirin. Gorî dîroka fermî ya Tirkan di nava 99 salan de avakirina wê hatiye bidawîkirin. Mîmariya koşkê elementên Kurdî, Roma û Farsî (bo mînak Selçûkî) dihewîne. Sûrên wê bi nexşên giranbiha hatine nexşandin. Di avakirinê de koşk du qatî bûye lê qata jorîn êdî nemaye.
Koşk gelek caran ji aliyê dewlet û mîrîtiyên Kurdan ve hatiye restorekirin. Di wejeya Kurdî gelek caran bûye kaneke navdar. ehmedê xanî jî li heman koşkê jiyaye û perwerde daye. Ehmedî Xanî de hîna hîmê wê hatiye danîn û Xanî jî di wê dêlindêzê de dua kiriye. Ew dua jî ev e ku ebdulla varlı di pirtûka xwe ya bi navê "dîwan û jîneweriya ahmedê xanî"
Niha goristana Xanî li wir e. mûsa anter gelek caran koşk wekî "Tirba/Goristana Ehmedê Xanî" binavdikir. Dîsa mizgefta bazîdê jî li cem wê ye.
|