Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêjên gel] de;

1. Ev cure dengbêj, di nava gel de ne, ango ne dengbêjên dîwana mîr, beg û paşayan in. Bûyerên ku di herêman de derbas dibin distrên, gelek caran kilaman diafirînin. Kilamên dengbêjên gelî ji kilamên dengbêjên dîwana mîr û began dîdaktîktir in.



Hişê wan ji bajar û bajarvaniyê diçe; lew di kilamên xwe de dema behsa bajarek bikin rengdêrên neyînî bi kar tînin. Bo nimûne: “…Ez ê çûme Diyarbekira şewitî…” “Dêrsima xopan…” Ji ber ku xweza di bajaran de tune, ew jî bêyî xwezaya çem û çiyayan nikarin deqeyek jî biqedînin.



Gava ku dengbêjê gel ji dêrî ve xuya dike û dikeve hundir, wê gavê bêdengiyek li civatê dipêçe, hemû li bendê ne ku dengbêj an jî “gula cimaetê” kilama xwe bistire. Devera ku dengbêj here li wê divê tu pevçûn û nîqaş nebûyan, ev jî dide xuyakirin ku dengbêjên gel di nava civakê de xwedînirx in û bêrêzî divê qet li wan nebûya.



Hinek dengbêjên vê cureyê ev in: Şakiro, mihemed arif cizrawî, hiseynê mûşî, meyremxan, kawîs axa, cemîl horo, ayşe Şan, salihê qubînî



16.09.2014 19:41 | xwelî li ser