Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aslîka qadir] de;

3. Hunermend Aslîka Qadir di sala 1945'an de li gundê Axbaranê ya elegezê hatiye dinê. Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ew di salên 1963-1968'an di fakûlteta Rojhilatzaniyê ya Zanîngeha Yêrîwanê da perwerdehiya xwe bi cî aniye û gava perwerdeya xwendina bilind temam dike li dibistaneke Yêrîwanê dibe mamosteya ziman û edebiyeta ermenî.

Piştî têkçûna Sovyetê li ser kurdan xirecir zêde dibe, kurd belav wela dibin. Di vê demê de, di sala 90'î Aslîka Qadir ji Ermenistanê derkeve û li welatekî Ewropayê bi cî dibe.

Aslîka Qadir ku berê albumeke wê bi navê "Qasimo" ji Kom Muzîkê derketibû, bi awaza xwe ya taybet a kurdewarî stranên xwe yên wekî “Lawikê Metînî”, “Destmala Min”, “Navê”, “Metê”, “Lorke”, “Bedew û qeşengê te me” diyarî temaşevanan kir.

Her wiha hunermend Aslîka Qadir du stranên helbestvanê ermen Sayatnova ku ji bo 250 saliya wî amade

kiribûn ên bi navê “Kemençe” û “Hetanî Hebin” jî diyarî hezkiriyên xwe kir

Aslîka Qadir ku di nav dengbêjên jin ên kurdên Ermenistanê de ciheke girîng heye.



23.06.2015 14:51 | xwelî li ser