Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hasret gültekin] de;

1. Hasret Gültekin (z. 1'ê gulanê 1971 li Macîran, Sêwas − m. 2'ê tîrmehê 1993 li Sêwas) sazbend û muzîkereke navdar e. Bi kurdî û tirkî stiriye.



Di 2'ê tîrmeha 1993'an de Hasret Gültekin tevlî festîvala ''Pir Sultan Abdal'' li Sêwasê dibe. Li wir Bozkurt û îslamîstên fundamentalîst di hotela bi navê Madimak Oteli de dor li 35 hunermend, nivîskar û zanayên elewî û kurd digirin û agir berdidin hotelê. Bi saetan li ber çavên leşker û polîsên dewleta Tirk dişewitin û jiyana xwe ji dest didin. Di heman bûyerê de ji aliyê tîmên felatker ên dewletê ve nivîskarê dewletê aziz nesin tê felatkirin lê yên din di nava agir de tên hiştin. Gültekin jî bi hovane jiyana xwe ji dest dide.



04.04.2015 22:36 ~22:36 | xwelî li ser