Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên favorî ên nivîskaran] de;

5. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje:jîn divê kotek û zor e.



helbestvan: seydayê tîrêj



18.05.2014 14:56 | xwelî li ser