Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemedê eliyê ûnis] de;

1. Mihemed Axa di sala 1863 de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi hezoyê ve girêdayî ye hatiye dinê. Mihemed Axa di nav zaruwê Elî de yê herî mezin bû û serokeşîr jî ew bû. Eliyê Unis, ji mala Şeref e. Mala Şeref, milek ji milê eşîra kîkîye.

Mihemed Axa mirovekî bîrewer û di çanda eşîrî de mêrxasekî di ser xwe de bû. Ji xelqê xwe re gelek dilovan bû. Bi doza welatê xwe ve girêdayî bû û li himber kolonyalîstên ku çav berdabûn welatê wî tekoşerekî bê hempa bû. Bi tu awayî tawîz neda dijminan û şerekî bi mêrxasî da. Kesê biketa tengavîyekî, xwe dispart Mihemedê Elî. Ew jî alîkariya ku ji destê wî bihata dikir. Dîndarekî mutewazî bû û tim jî ji zordara re şûrê wî kişandî bû.

(bnr: serhildana mala elîyê ûnis)



18.10.2016 13:55 | xwelî li ser