Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekem civcivînoka tirşikvanan ya li kuşadasi] de;

2. Civîna ku malik li nigê me xira kiriye. Piştî rewîtîyeke li şipya Nîvrokî gihame wir. Me hev dît, biaqila ku xwedî kurdîyek gewre di serî de wek bilbila tirkî dipeyivî ez pê re xeyidîm filan. em çûn ber behrê rûniştin. behra ku masîyên vejetaryen Tê de bûn. Simîta dixwar in law. Hermetê çû bi destê xwe yî sterîl ça ji me re anî û me civat xweş kir. Qala kar û bar, malbat û tirşikê kir. Gote kêfa mi herî zêde serhatavci ceso û Simurg re Tê. Mi go xilas bes ev!? Gote ji xwelî li ser re jî tê. Mi go malî ava. * paşî go bi Taybetî ji Simurg re. Ji ber ku karê em dikin nêz î hev e. Ew jî hemşîre ye. Destê wê ji ber wê sterîl in. * û go gelek tişta ji Simurg hîn bûm. Min jî go bi xêra tirşikê hînî xwendin û nivîsîna kurdî bûm. Favorî nivîskarê Min ceso ye. Ji vir silav jê re ku bûye sebeba vê mijarê. * ûû wekî din em ji wir rabûn geriyan ji xwe re. Li keştiye siwar bûn. Ji wir jî me çû Derekî kokoreç xwar. Min têra xwe henek pê re kirin ew jî keniya. Min jê gelek peyvên dêrikî girt. Û her kesek çû malka xwe.



15.04.2018 13:36 | xwelî li ser