Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [black sabbath] de;

3. Koma ku endamên wî gelek cara guherî ye. Tenê Tony iommi ji cihê xwe nelebitiye. Solîstê wan ozzy osbourne gotiye ez ê solo albûm filan çêkim derketye. Ji dêlva wî solîstê rainbow ê ronnie james dio tê. Dengê wî jî ezamet e. Û sembola metalê jî (tiliyê xwe wek qiloçên şeytan çêdikin ya ha ew) ev camêr dîtiye. Nêse pişt re ew jî şer dike û ji komê derdikeve. Solîstê deep purple ê Ian Gillan tê albûmek çêdike filan. Albûma born again...
Dio jî albûmên
heaven and hell, mob rules, live evil, dehumanizer, the dio years, live at hammersmith odeon çêkiriye bi wan re. Uuuuuu vê stranê teqez guhdar bikin james dio dihelenê wele: the sign of the southern cross



Û bateristê wan jî çûye hatiye filan û bêvan..

Dengê gîtara tony iommi cuda ye. Çima? Ji ber ku li destê rastê du tiliyên tony ji serî ve tune ne. Wextê ku ciwan bû di fabriqeyeki de dixebitî. Li wir tiliyên wî qut bûne. Lê camêr dîsa jî dev ji gîtara xwe bernedaye. Têlên gitarê hişk û qalind in nikarîye lêxe. Çûye têlên banjo lê daye û wilo Lê dixe. Pîştî ku navdar bûn filan gibson jê re têlên zirav û tenik çêkirine. Dengê gîtara black sabbath a taybet jî wilo derketiye holê. Û ev bûye modelek di nav gîtara de.



12.08.2021 21:07 ~21:09 | xwelî li ser

2. di nav komên heavy metal ya ku herî xweş bass gîtar bikartênê ev e li gor min. bi taybetî bass gîtar hinek li paş dimênê mirov dengê wî nake. lê ev camêr xweş ewk dikin. û dengê ozzy osbourne dengeke şeytanî ye tam derba heavy metal e . gîtar tony iommi, bass gîtar geezer butler, baterî bill ward.

çend stranên wan î qerrrrrase:

Wicked World




Paranoid




Electric Funeral




Supernaut




Rat Salad




warning





Into the void




01.12.2018 14:20 | xwelî li ser