Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tûrabdîn] de;

2. Tûrabdîn an jî Tora Hevêrka. navê herêmeke cografîk e. Ji çiyayan pêk tê. Bi zimanê Sûryanî ji herêmê re turabdîn tê gotin di nav Kurdan de wekî tor an jî tora hevêrka tê bi nav kirin. Ev nav ji ber ku herêm di salên 1800 hetanî 1950 di bin deshilatdarîya êla hevêrka da maye lê hatîye kirin û ji wir û vêda bi vî navî hatîye bi navkirin

Tûrabdîn herêmeke ji çiya pêkhatî ye. Ev herêm dikeve navbera Mêrdîn, Botan û Êlihê (Batmanê) û Midyad jî wekê navenda vê herêmê tê binavkirin. Li gor hin kesan niştecihên vê derê bi pirranî suryanî (aramî) bûn, lê em ji nivîsarên eugen prym û albert socin jî fêr dibin ku li herêmê di sedsala 19'an de jî bi pirranî kurd dijiyan.



01.01.2020 17:12 | xwelî li ser