Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bazîd] de;

10. Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di medreseya bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine doxubeyazît.



Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên qesra Îshaq paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin.



15.09.2014 13:41 | xwelî li ser