Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cemal süreya] de;

2. (1931 li Ezirganê † 9'ê rêbendanê 1990 li Stenbolê) helbestvanekî kurd e ku bi zimanê tirkî nivîsand.Pêşengekî Nûyê Duwem e.



05.12.2013 13:37 | xwelî li ser

1. Evîn



Te dî tu niha radibî diçî… here

Ma qey awirên te disekinin ew jî diçin… bila herin

Lê Xwedê dizane em îro pak hişyar bûbûn.

Bi vebûnê re çavên me bo xoşewîstiyê vebûn

Bi tenê ji wê yekê re…

Çivîkekî danîbû li tiliyên min

Xwendibû dûr û dirêj

Pevşabûnek hasil bûbû nema çûbû

Êdî nemabû ew belengaziya me ya heyna berê

Heçko qet neqewimîbû

Lêbelê di qefsînga min de dilê min dikire gupegup.

Wa ye şînê peritî yê di çavên te de…

Stemboliyên zar û ziman şêrîn.

Wa li wir ji hev zêde dibû goştê te

Her ku gotinên te alemên te ew dipeland

Hezkirinê wisa pak dikir û wisa bi keys dikir.

Gava ku baranê li Pira Karaköyê dikir

Bihiştana wê sêla esmanî bibûya du ker

Çima ku em du kes bûn

Lêbelê îskanek av bes bû ku porê te pê şil bibûya

Bi xêra pariyek nan û du sê lib zeytûnan em têr dibûn.

Ku min carekê tu ramûsayî xatirê duduyê li erdê diket.

Ku min rabûya du caran tu ramûsayî, sisê stûxwar dima.

Sîng û berê te hebû pê re jî leheng bû sîng û berê te…

Jê û pê ve jî saxî û silametî…



Ji Tirkî: Fırat Ari



05.12.2013 13:33 | xwelî li ser