Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê nalbend] de;

2. an jî Ehmedê Muxlis (1891 – 1963)[1] helbestvanekî kurd e. Di sedsala 20'an de li başûrê kurdistanê jîyaye.



Ehmedê Nalbend yan Ehmedê Muxlis helbesvanekî li devera Behdînan pir bi nav û deng bû. Ew kurê Emînê Nalbend bû û li gundê Bamernê li başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bavê wî karê nalbendiyê li Amêdiyê dikir û wî mala xwe bir Bamernê. Nalbend hêj şeş salî bû demê dest bi xwendina Quranê li cem dayika xwe Fatmayê kir û paşî dersên olî û şerîetê li Bamernê hilda û ji bo pitir xwendinê çu Amêdiyê, Zaxoyê, Dihokê û Bêduhê. Ew paşî dibe melayekê gerok û melatiya wî ji gundê Bêduhê dest pê dike û li gelek cihan dom dike, mîna Çelê, Rwîsê, Xişxaşa, Bêgova, Keşanê, Marînê.



mela Tahayî her ji destpêka salên heftêyan hewla çapkirina hemî berhemên Ehmedê Nalbend da û Mela mistefa barzanî xwest jê re çap bike, lê rewşa wî demî ya şoreşa kurdan tê de derbas dibû rê neda bicihhatina wi karî. Mela Tahayî di dawiyê de armanca xwe û Ehmedê Nalbend pêkand û helbestên Nalbendî, bi arîkariya mesûd barzanî, di sala 1997ê û 1998ê de, bi navê baxê kurdî, di pênc cildan de belav kirin.



15.09.2014 13:25 | xwelî li ser