Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qanatê kurdo] de;

2. (z. 1909 li Qersê − m. 31'ê kewçêrê 1985'an) nivîskarekî û zimannasekî kurd bû.



Qanatê Kurdo li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Sala 1922'an bi înisiyatîva nivîskarê kurd ahmedê mîrazî, ewledê gelê ermenî, dost û xêrxwazê gelê me hakob xazaryan û hinekên din, li bajarê tilbîsê ji bo wan zarokên kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê. Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologiyê Çerkez bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama riya teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, mêr xwesê Yekîtiya Sovyêtê semend syabendov û gelekên din.



Sala 1928'an komerkeziya partiya komûnîstên ermenistanê bi pêşniyaza erebê Şemo heş xortên kurd dişînin lenîngradê (Sankt Petersbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wan de bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya Înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngradê beşê ziman, dîrok û edebiyatê tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinyayê yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe. Hê xwendkar ew dersê zimanê kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.



15.09.2014 12:51 | xwelî li ser