Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwelî li ser

profîla "xwelî li ser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [knut hamsun] de;

5. (bnr: sult)



17.04.2017 12:20 | xwelî li ser

4. Knut Hamsun (* 4'ê gelawêjê 1859 li Lom, Fylke Oppland; † 19'ê reşemiyê 1952 li Nørholm a li cem Grimstad), navê jidayîkbûnê Knud Pedersen bû ew yek ji giregirên nivîskarên norwêcî yên sedsala 20'em tê zanîn. Sala 1920'î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.

Di malbateke kedkar û xizan de jidayîk dibe. Bavê wî kincan didirû û bi wê aboriya malbata xwe bi rê ve dibe. Jiyana wî hêj di zaroktiyê de gelek bi dijwariyan dibore. Perwerdeya olî dibîne. Di gelek kar û kargehan de dixebite. Ji aliyekî ve jî karê nivîsandinê didomîne. Ji bo jiyana baştir diçe Danîmarkayê. Li wir çendekê bi nexweşiya zirav re têdikoşe. Vedigere welatê xwe û baş dibe. Ji bo rojnameyan kuncikan dinivîsîne. Xeyala wî ya mezin çûyîna Amerîkayê bû û ev jî bi alîkariya jineke dewlemend pêk tê û Hamsun diçe dya'yê. Li wir gelekdi bin bandora mark twain de dimîne û ji wêjeya wê hezdike. Dîsa vedigere welêt û dîsa diçe DYA'yê dîsa jiyana xwe ya aborî û wêjeyî bi hev re dimeşîne. Gelek birçîbûn, êş û derdan dibîne. Dijwariya biyaniyê û bîriya welêt jiyana wî dadigire û di bin van hestan de berhemên bêhempa dinivîsîne.



17.04.2017 11:46 | xwelî li ser